EGÎDÊ CIMO: HUNERMEND HENE
BI RIH DIKEVIN HUNERÊ, HUNERMEND JÎ HENE BI LINGÊ XWE DIKEVIN HUNERÊ
Egîdê Cimo
Di sala
1932an de li Erdeşîrê hatiye dinê. Sala 1918an de malbata wî ji Wanê koç kiriye Ermenistanê. Egîdê Cimo, di 8 saliya xwe de bilûra xwe ya yekemîn çêkiriye. Piştî bilûrê; ew hînî zûrne, fîq,
mey û enstrûmanên din jî bûye. Wek “Mîrê Bilûrê” tê naskirin. Di sala 1955an de di Radyoya Rewanê de dest bi kar kiriye.
Xebatkarê pêşîn ê Radyoya Rewanê ye. Heta salên 1990î bi Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Sûsika Simo, Efoyê Esed, Aslîka Qadir, Aram Tîgran û çend dengbêjên din re hevaltiya muzîkê kiriye. Di Enstîtuya Romanos Melikyan de
xwendiye û di sala 1967an de diploma xwe ya muzîkê standiye. Di 30ê meha
Rêbendana 2019an de 87 saliya xwe de xatir ji vê dinyayê xwest û “Fîqa Kejo”
tenê hişt.
Tu dikarî çîroka xwe û ya malbata xwe bêji, hûn ji ku derê hatin vir?
Em ji Wanê hatin vir. Sala 1918 bû. Ez du caran çûme Wanê. Li wê derê me belgefîlm ji kêşa. Li Wanê zavê Bekîrê Îdirê; Mistefa cara
ewil wî ez birim wê dere. Navê gundê me Çubuklu bû, giredayê Ozalpê ye. Kal û bavên min ji wira hatin
Revanê. Sedema wê Tirkiyê em aciz kirin, gotin werin ser dînê misilmanî ye. Em Êzidî bûne. Em pêşiye hatin Tilbîsê, paşê jî em hatin
Ermenistanê. Ez xwe li Ermenistanê li gundê
Erdeşerê ji dayîk bûme. Lê berê gundê me
Çobankere hebû, gundê Cangir Axa dibêjin. Vêca ew xira
kirin, niha tune ye. Erdeşer ji gundê fileyan e, nîvî ji Êzidî ne.
Te çawa destpê bilûrvaniye kir, te bi çi awayi
bilûr nas kir? Em te wek “Mîrê Bilûrê” nas dikin. Tu dikarî behsa eşqa xwe ya bilûre bikî?
Hinekî kûr e. Ez ji te ra rast bibêjim
ewa dereceyek heye; wextê Xwedê marifetê dide mirov, ew marifet çawa dibêjin,
gerek bê pêşiya derî, ewa tiştekê Xwedêdayî ye. Weleh ez wusa
fêm dikim. Di fikra min de hebû, gerek ez vi çawa bibêjim,
gerek ez tişteke wusa bikim.
Cîranê gundê me yek hebû, navê wî Andranîk bû, file (Ermenî) bû. Diçû ber dewarê gundê wan. Gundê me ji 2-3 kilometre dûrî gundê wan bû. Îcar ez carcaran diçûm ber dewara û wî fîq lê dixist. Fîq bi qamçî çêdikir û lê dixist. Min dengê wî dibihîst, gelek derece min xweş dihat. Ber
êvaran dengê fîqê gelek xweş e.
Vêca ji te re bêjim, min ji digot ez çawa
bikim ji xwe ra fîq çêkim. Cem me qamiş dibêjin, îca wê derê cem me zahf bû, çemê ava reş hebû. Ez ber berxê xwe me, min got ez xwe ra fîq çêkim, çaqî li cem min hebû, kêr hebû, ez çûm min ji xwe ra qamişek çirî û anî û hat. Min qul kir; yek
ne didu ne, min pif kir û deng derket (dikene J)
Deng derket ez şa bûm! Ez hatim îcar niha gerek ez çi bikim gerek ez bi
miqam xwe pêş ve bidim. Miqamê pêşi ji “Kuran Çayê” min lêxist.
-Çemê çayê hebû ji berê –
Hêdi wexta dengê wê derket, ez “Kuran Çayê” lê dixim. Ez jî hatim gund, li ber berxê malê bûm. Di nava gund de mala me gelekî bilind bû. Îcar ez rabûme ser banê mala me, “Kuran
Çayê” lê dixim. Gundî timam derketin dinêrin û digotin: “Eva Egîd e!”
Ez berê kej bûm -mina Ûrisan- çûr bûm. Gundiyan digot; “Rabin, çûro rabû ser ban wê lê xe.” Veca ber êvarê dengê
fiqê şirîn diçe, min ji lê xist. Ji ber ku ez kej bûm ji, digotin min “Fîqa Kejo”. Bi wê cûreyê dest pê kir.
Te di zarokatiya xwe û hunerê de çi zehmetî dîtin?
Di hunerê de mi çi zehmetî dîtin? Heke pêşiye min esntrûman ji xwe ra stand; zirne. Ew fîq, mîq min hemî lê dixistin. Vêca gerek ez zirne jî lê bixim!
Diya min çûbû rehmetê, 2 çêlekên me
hebû. Min çêlek didotin û kire mast. Min du dîzikên mast danîn ser milê xwe, ji zozanan bi piyan
hatim Revanê û min qatik firot, da zirneyekê. Îcar zirnê di rê de lê dixim û diçim heta çûme oba me, zozane.
Ez kom-moma re geriyam, li dawetan
geriyam, min zûrne lê dixist.
Min li Rewanê di Enstîtuya Romanos
Melîkyan de xwend, konservatûrya bû.
Ez di Radyoye de bi roj dixebitîm. Gerek ez li sazbendiye hîn bibûma. Romanos Melikyan digot; “Sazbendiya te gelek pir e.”
Ez bi roj di Radyoye de kar dikim û şevan ji diçime konservatûryayê. Konservatûrya ya rojê çar sal bû, ya şevê ji pênc sal bû. Min di pênc salan de
xilas kir.
Navê dersdarê min Xirîstîk Baboyan bû. Xirîstîk Baboyan şefê orkestra ya Ermeniyan bû. Wî enstrûmena Gaboyî li min hîn kir. Heta niha kes tune ye ku dersdarê wê enstrûmanê bike.
Temenê te çend e, tu
çend salî yî?
Çend salî me tu bêje.
Tu civan xuya dikî. Ez bêjim 60-65.
(Dikene pirr dikene J)
Te hinekî zehf got. Ez 85 sali me, xalê te
me. Gerek ez Kurdistanek resmî bibînim. Ez ê derkevim 100î. Em ê li Kurdistanê
rastî hev bên.
Înşella, hêviya min jî ew e.. Mamoste ji xeyni lêdana fîqê û zirnê te stran gotiye,
dengê te çawa ye?
Kilama “Welatê me Kurdistan e” min hazir
kiriye. Xeberê wê Memê Elîyaz nivîsiye. Wî Rûsî xilas kiriye. Du-se
salan di Radyoyê de xebitî. Min jî miqam hazir kir. Min Aslîka Qadir anî û hat wê jî got. Miqam ez im, xeber Memê Elîyaz e.
Min tenê kilamek gotiye.
Navê kilamê çi ye û li ser çi ye?
Navê kilamê “Êmoyê Kekê” ye. Emoyê Kekê
xortekî hêja bû. Milletê me bû. Di nav Êzidiyan û nava Kurmancên me de
dihat hez kirin. Min li ser wî kilam çêkir. Diçû bazarê tişt dikirî û dida hevalên xwe ye li
wê derê. Tîcaret dikir û yekî dewlemend û merd bû. Di qezaye de de dimire. Wî çaxî li vir Kurdên
misilman ji hebûn. Hemû diçin li ser mezelê wî. Merivekî tê hez kirin. Hem merivê me ye jî. Ev kilam wek kilama şînê ye. Min ji ev kilama
xwe avetiye ser Emoyê Kekê. Hem mey lê dixim hem jî kilam dibêjim. Aramê Tîgran jî bi min ra cimbîşê lê dixi.
Wexta Aram (Tîgran) cimbîş lê dixist, min got: “Aram
çawa rind lê dixî.” Aram jî digot “Ez file me.” Min
jî gotê: “Tu fileyê me yî, ma tu kî yi?” Keda Aram ji zêde ye.
Ji bilî Aram Tîgran bîranînek ya te bi Karapêtê
Xaço re jî heye?
Çawa nîn e! Min Karapêtê Xaço
kir dengbêj. Bi wî Xwedayî kim ez çûm, hingê ez li dengbêjan digeriyam. Mêrê xaltiya min ji min re got;
“Cînarekî me heye, kilamên Kurmancî wusa distrîne, nizam çawa!”
Êê min got: “Ez ê bêm.”
Navê mêrê xaltiya min Dewrêş bû. Ez çûm mala Dewrêş, hema mala
Karapêt jî li kêlaka mala wî bû. Ez çûm Karapêt di nava baxçeyê xwe da bû, bihar bû. Erd dikola bi merê. Me silav da hevdû. Got: “Tu li ser seran hatî.” mera xwe berda, hat û rûnişt.
Got: “Tu kî yi?”
Min got: “Tu were em rûnin, ez ê bêjim ez kî me.” Min got: “Ez hunermend im, sazbend
im. Ez ji radyoyê hatime, min bihîstiye tu kilamên Kurmancî distrî, ez dixwazim denge te biherim radyoyê, dinya dengê te nas bike.”
Got: “De kerem bike.”
Em çûn rûniştin, min got dixwazim dengê te bê min ka tu çawa distrî. Çawa kilam got; kilama li wir dibêjin “Dayikê” yanî Lawikê Metînî bû ya yekem gotî.
Min got: “Xwelî li mala te bikeve! Bi rastî ji Dewrêş rast dibêje.
Hema ez li te digerim. (dikene).” Min dengê wî begen kir. Îca em rê ve hatin. Got: “Na, em bi erebeyê naçin, em ê bi piyan herin.” 20 kilometre dûr e jî ha.
Min got: “Apê Karapêt wusa nabe, dûr e.”
Got: “Em ê ji xwe ra hêdî hêdî kilama jî bêjin û biçin.”
Di rê de kilam gotiye heta em hatin li
malê. Em hatine malê, wê evarê mala me de min dîsa dengê wî ceriband û min sûretê wî şand Radyoye û min dengê wi qeyd kir. Dengê wî, derece wî gelek baş bû. Bi meyê dengê Karapêt
bedewtir bû.
Wexta Radyo Rewanê dest
bi weşanê kir, çi digot?
Di 1955an de wexta radyoye weşan kir
-rehmetî Casime Celîl jî hebû- spîker Kinyas digot: “Lê dixê Egîdê Cimo, distrê Susîka Simo!”
Tu Kurdistanê li ku
deran geriyayî?
Ez Kurdistanê gelek geriyame. Li temamê
Kurdistanê geriyame. Me li Muşê fîlm jî kêşaye.
Te çend fîlman de leyîstiye?
Min fîlmê “Welatê Me Kurdistan
e, Vodka Lemon, Kurdistan Kurdistan” de leyîstiye. Di fîlmê Vodka Lemonê de dengbêj Feyzoyê Rizo ji heye. Em diçin li ser mezelê
hevalekî, ew mirîye, ez jî nexweş im. Ez lê dixim, Feyzo jî
kilama “Lawikê Metînî” dibêje.
Belgefîlma min ji heye, lê hê nîşan nedane. Min di fîlmê Nîzamettîn Ariç de ji leyîstiye, navê wê niha naye bîra min. Min gelek şixul
kir. Heta Kurdistan azad nebe, qimetê min naye zanin. Dengê min heye, dizanin
ez kî me, çi me. Lê ew hindik e, gerek heykelê
min bê çêkirin! (dikene)
Şamîlê Beko kî ye?
Şamîlê Beko ewa sazbendekî kevnarê. 105 sal emr kir. Em tev hev gelek xebitîne. Şixulê wî jî min kir. Dema em diçûn me nan dixwar, ne bi çengelê (çetel) dixwar, min kelê paçe gelek hez
dikir. Min bi çengel dixwar, Şamîlê Beko çavên wî şaş bûn û wî bi tilîyên xwe dixwar. Got: “Bi tilîyan têhmtir e.”
Kurê Şamîlê Beko Mecît, ez, Qeşo –niha çûye rehma Xwedê- û Aramê Tîgran deh salan me bi hevre hevaltî kiriye. Hin Radyoye, hin dawetên Tilbîsê.
Qeşo hem rakisçî bû hem dengbêj bû. Min ji li zûrneyê dixist. Şamîlê Beko wexta hê neçûyî rehmetê fîqa xwe anî da min. Got “Kurê min jî wek te sazbend e, lê ez fîqa xwe didim te.” Fîqa xwe neda kurê xwe, da min û got: “Ev heqê te ye!”
Ji bilî karê Radyoye, bilûrvaniye te çi karên din kirine?
Çi qas kitêbên Kurmancî hebin, min nota jê re nivîsîne. Min li ser kilama
Mikaîlê Reşît nota nivîsiye. Min li ser şîîrê Fêrîkê Usiv jî nota nivîsiye. Kilama “Ali Beg Mirê Şêxan” min xeber jî nota jî nivîsi, jornalê de û kitebên zarokan de jî neşir kirin.
Tu çend salan di Radyoya
Rewanê de xebitiyî?
Ez heft salan bêqirûş, bê ew, hema tenê bo
hunerê xebitîm. Ew heft sal ne resmî bû. Radyo timam min nivîsi, min got, ewa timam dengê radyoye min derxist, keda min zêde ye.
Wateya fîq û bilûrê ji bo te çi ye?
Bilûr zelûlî ye. Wextekê li Îranê dengê bilûrê qedexê bû. Bilûr zehf zelûl e, xemgîn e. Mey ji zelûl e, lê ne wek dengê bilûrê.
Te dixwest ku tu di
kîjan bajarê Kurdistanê de bijî?
Min dixwest li Kurdistanê bijîm, lê Kurdistanek resmî. Bajar ferq nake, ku der hebe ji min ra
yek e. Divê hevalên min, hezkiriyên min li kêleka min
hebin û em karê hunermendiyê bikin.
Min xewna xwe de Aramê Tîgran dît –wî Xwedayî kî- cimbîşa xwe da min û got; “Haa lêxe!”
Gerek ez tembûrê hîn bibim û lêxim. Niha tembûrên min du heb hene li malê. Gerek ez lêxim.
Deq û Destê Egîdê Cimo, Rewan, 2017
Ev deqa li ser destê te
tê çi wateye, çîroka wê çi ye?
Kurê Şamîlê Beko got: “Were ez
resmê keçekê li ser destê te çêkim.” Em cahîl bûn. Wî ev deq bi tûşa reş (derzî) li ser destê min çêkir. Wê çaxê wî çêkir, min ji ewa xwe
bi xwe çêkir; çivîk û gustîl. Lê binêr çi qas rind e! Wî çi qas xirab çêkir, min
ji ew qas rind çêkir. (dikene)
Tu dizanî ez hinekê bi Tirki jî
xeber didim?
Nizanim Apê Egîd.
Ji te re bêjim: “Kim bilir, kim kazanır,
kim yer. Ahmak odur dünyada xem (gam) çeker.”
Ew ez im. Min li vê dinê xem, gam keşa. Tenê
ez xemê dikeşînim. Min kir, kesê qîmet neda!
Em gelek wext mala bavê Delîl (Dilanar) de man. Bav û diya wî gelek qedrê min girtin.
Tu di jiyana xwe de ji çi
hez dikî?
Ez di emrê xwe de tenê ji dengbêjan hez
dikim. Min di belgefîlma Evdalê Zeynikê de jî dileyîst. Em di fîlmê de çûyîn li ser mezelê Evdalê Zeynikê, mezala wî rût bû, çi tişt tune bû, xirab bû. Min çend rexne kirin, rexneyên min qebûl kirin. Perên quling
çêkirin û danîn ser mezelê Evdalê Zeynîkê. Tarîxa me dengbêjan çêkirîye. Ez ji dengbêjan hez dikim!
Ez pirsa dawî ji te bikim. Peyameke te ji Rewanê bo Kurdan û Kurdistanê heye?
Heta kengê Kurdên me ye fêm nekin? Gerek
em tifaq bin, pişta hev bigirin û li pêşberî dijmin
bisekinin û em bibin yek! Îro roja tifaqê ye. Îro gerek Kurd rabin, serê xwe rakin li ber
dijmin. Bese, heta kengê ye me bixapînin? Em timam Kurd in,
Kurmancî xeber didin. Heta tifaq û yekîtî tune be, em serkeftî û azad nabin. Encax em bi
tifaqê dikarin serkeftî û azad bibin.
Ji bo vê hevpeyvîna te spas dikim, gelek sax bî bo her tiştî.
19/02/2017 – Rewan / Ermenistan
Tofan Sünbül
*Ev hevpeyvîn cara yekem di Kovara Barê hejmara sêyem de hatiye weşandin.