3 Şubat 2017 Cuma

Li ser bîra Mehabadê çend firîn..

Roja erefatê ya îda heciyan bû. Ew rojek bû ku em ji sînorên Tirkiyeyê derbasî sînorên Îranê bûbûn an jî ew rojek bû ku em ji bakur derbasî rojhilat bûbûn.

Sînor / 11.09.16

Roja yekê bû û ez û hevalên xwe pirr bi  heyecan bûn. Çimkî min gelek caran ev tişt xeyal kiribû û ez dizanim ku hevalên min jî ev tişt bi qasî min xeyal kiribûn. Jixwe ji ber vê yekê em bibûn rêhevalên hev ên rojhilat. Gera me ya rojhilat ez dibêjim bi xatirê 3 tiştan zû-zû çêbû û em organîze bûn. Ya yekem Mehabad û Qazî Mihemed bû, ya duyem Hewreman Takht û Pîr Şalîyar bû, ya sêyem jî Hemedan û Baba Tahir Ûryan bû.

5 rêhevalên rojhilatê
Bi rastî jî her tişt wek xewnekê xweş dihat bi min û heçku bi bêhneke din re dêya min, ê min bi dengê xwe hişyar bike  û bêje "Rabe kuroo! Dest û çavên xwe bişo, taştê hazir dikim, zû.." Ne xewn bû lê belê, eynî wek xewnekê bêqûsir bû; welî xweş, welî kêfxweş, welî rûgeş..
.....


Khoy  / 11.09.2016 
Şev bû... Em piştî Khoyê û nizanim çend kmyan gihabûn Orumiyeyê. Em hinek bêxew bûn û westiya bûn. Lê dîsa jî em li sûka Orumiyeyê geriyan, piştî gerîna sûkê, em rûniştin li derekê û me zikê xwe têr kir. Û em ketin derdê oteleke erzan. Axirê me otêleke erzan jî dît û em zû razan. Çimkî sibê zû em ê hişyar bibûna û ber bi rêya Qazî Mihemed ve biçûna...
Bû sibê, di saet 7an de em hişyar bûn û me li otêlê taştê kir. -otêl hem erzan bû hem jî taştê dida, xêra xwedê bû, gelekî baş bû- 
.....

Roja îda heciyan bû. Me ji xwe re li ser taştê digot; "Em nekin dereng, me Orumiye dît jixwe, em xwe hê zû  bigihinin Mehebadê. Îdê li wir bi Qazî Mihemed û Mehabadiyan re pîroz bikin. Û em bibin mêvanê malbateke Kord"

Piştî taştê em ketin rê. Di ber Gola Orumiyehê re em diçûn lê me av nedît, ax bû, wek çolê bû. Mixabin gol gelekî ziwa bûbû. Xemgînî û zîwabûn.
Li ser golê me çend wêne girtin û me berdewam kir.
.....


Gola Orumiyehê/ 11.09.2016 

Rê hebû û her tim mûzîk hebû. Rêhevalî carna helbest bû, carna Ciwan Haco, Aram Tigran, Yelda Ebbasî, Mohsen Namjoo û hwd.
.....


Piştî du saet û nîvê rê, em gihabûn Mehabadê. Dema em derbasî sînorên Mehabadê bûn, pirr kelecanî bûn, li ser û çavên me  dîyar bû ew kelecanî, rûxweşî..
Em ketin nav kolaneke Mehabadê, nîvro bû, me erebeya xwe park kir û ez pêşiya her çar hevalên xwe ji erebê peyar bûm. Ez çawa peyar bûm ku deriyê  mal a tam hemberî min jî hate vekirin. Zilamekî bejindirej ê cilûbergên kurdewarî li xwe kirî ji malê derket. Çavên min bi wî ketin, çavên wî jî bi me ketin.Ji Plakaya erebê zanîbû ku em jî dereke din hatine. Ez bêdudilî ber bi wî ve çûm, piştî "silam" dayînê min danasîna xwe kir. Wexta min got; em ji bajarê bakurê Kurdistanê hatine, çavên wî biriqîn û rûkentir bû. 
Min bi kurmanciya xwe jê pirsî "Em dixwazin biçin ser gora Qazî Mihemed." 
-Çavên wî dîsa biriqîn wek stêrkan, navê Qazî seh kiribû. Ji bîr nekim û bêjim navê wî zilamî jî Rahîm bû. Me digot "Kak Rahîm". Kak Rahîm wek navê xwe xwedî rehm bû û qelender bû.-
Wî jî bi soraniya xwe got; hûnê wilo wilo biçin, min têne "destê rast, mistaqîm biro" fêhm kir. 
-Jixwe ev hevok me li her derê rojhilata Kurdistanê û Îranê seh dikir. Hema bêje me kengê derek bipirsiya bersiv amade bû: "Destê rast an jî destê çep û mistaqim biro." Ev hevoka ji me re biesprî hê jî dewam e nav me de.-

Li ber derî ye mala Kak Rahîm / Mehabad


Kak Rahîm dizanîbû ku min û hevalên xwe gelek baş fêhm nekiriye, kaxezek ji kûrika xwe derxist û rêya gora Qazî kolan-kolan xêz kir. Piştî vê xêzkirinê me cihên dîrokî, kevn û qedîm pirs kirin. Got ku "Niha ez diçim mizgeftê, ew der jî kevn û dîrokî ye." Yanî me fêhm kir wê dibêje. 

Piştî me mizgeft dît, Kak Rahîm û hevalan nimeja xwe kirin; me dikir ku em xatir bixwazin û ber bi gora Qazi Mihemed ve biçin. Kak Rahîm got; ez ê we bigerînim, wextê min heye."
Em jî bi vê gotina wî bextewar bûn, bi rastî zilamekî gelek dilsoz û mêvanperwer bû.

Ber bi mizgeftê ve / 12.09.2016
Mizgefta Mehabadê 


Em li erebê siwar bûn û piştî 5-6 deqeyan gihan ser gora Qazî Mihemed, Hacî Babê Şêx û Sêyfî Qazî....
Yekê nîvro bû, dinê germ bû û dilê me hem xemgîn bû hem jî dilşa bû. Me îda wan pîroz kir, wan jî ya me. Em ser ax bûn, ew bin ax. Ax û axxx. 

Qazî Mihemed, Hacî Babê Şêx û Sêyfî Qazî / Mehabad / 12.09.16


Ji bilî me li ser gora Qazî û hevalên wî çend kurdên dî hebûn. Ew jî bi zarokên xwe re hatibûn îda Qaziyan pîroz bikin. Me bi kurdên Mehabadê re jî îda yekûdu pîroz kir û bi hev re wêne girtin. Ji ber vê pirozkirinê hem Mehabadî kêfxweş bûn hem jî em. 

Kulîlkên Mehabadê / 12.09.2016



Piştî gora Qazî Mihemed û rêhevalên wî me berê xwe da Qada Çarçirayê yanî sala 1946an, yanî qada Komara Mehabadê li hatibû îlankirin, yanî qada Qazî Mihemed, Hacî Babê Şêx û Sêyfî Qazî lê hatine daleqandin. Li ser gora wan bi erebê em çar-penç deqîqeyan gihayin Qada Çarçirayê..
-Dîsa hem dilşayî, dilbextewarî hem jî dilşikestî, dilxemgînî..-

       Qada Çarçira - Mehabad


Navê qadê ji alîye rejîmê ve hatibû guherandin; "Qada Comhorî Eslamî" 
Û çar şêr li Qada Çar-çira bûn. Ev çar şêr an jî çar çira; çar parçeyên Kurdistanê bûn gelo? Ev çar şêr an jî çar çira "çar"a helbesta Qazî Mihemed bû? Çi digot di helbesta xwe da? 
"Kurdistan her welatek e û nabe bibe çar."

Çar-çira, Çar-şêr / Mehabad


Piştî Qada Çarçirayê Kak Rahîm got "Bendavek jî heye li vir." Em çûn bendava Mehabadê û li vir bajar bi temamî xuya dikir. Dûv re Kak Rahîm em dawetî mala xwe kirin. Got ku "Îro roja cejnê ye, ji ber wê xwaringeh û hemû der girtî ne. Em biçin mala me."

Bendav

Me daweta Kak Rahîm neşikand û em çûn mala wî. Hevsera Kak Rahîm ji bo îda malbata xwe çûbû Kermanşahê ji ber wê ne li mal bû. Kak Rahîm jî got "Xizmê min ne li male û ez nizanim xwarine çêbikim li qusûrê nenêrin. Kî bizane xwarinê çêbike bila bê mitfaxê."
Min xwe da pêş û min got "Ez xwendekar im û dizanim xwarinê çêbikim." :) 

Hêkerûn / Mehabad / 12.09.16

Axirê min destê xwe şûşt û bi Kak Rahîm ra çûm mitfaxê. Kak Rahîm 7-8 liv hêk ji dolabê derxist. Min hêk şikandin û hêkerûneke biçêj û tamxweş çêkir. Ez pirr û pir kêfxweş bûm; hem li Mehabadê mêvanê mala kurdekî bûm hem jî min li wê malê xwarin çêkiribû. Min ev qas xeyal nekiribû. Bîreke xweş bû bo min û hevalên min. 
  
Bêhnvedanek / 12.09.16

Me bi bêhnfirehî hêkerûn, mast û çaya xwe xwar / vexwar, em bi saya wîfîya Kak Rahîm bi whatsappê,bi malbatên xwe re axivîn û me îda wan jî pîroz kir. Li mala Kak Rahîm ji bo bîrê çend wêne jî bi hev re girtin û me bêhnvedaneke baş kir. Mala Kak Rahîm du qet bû, qeta binî kitêbxane bû û li wir dixebitî. Klasîken edebîyata Kurdî û Farisî, kitêba Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo jî dî rêfen wî de bûn.

Kitêbxane ya Kak Rahîm


Wexta bû êvar me xatir ji Kak Rahîm xwest û em bi minnet çûn. Min "kovara bar" li Stembolê stendibû, bi xwe re anîbû û min kovara bar dîyarî Kak Rahîm kir. Bo vê dîyarîyê ew jî kêfxweş bû. 

Xatirxwestin / Mehabad 

Piştî Mehabadê rota me Bukan bû. Rojekê din ezê li ser bîra wan deran jî firînê bikim. Bîr dixwaze bifire...

12.09.2016 / Mehabad


E GÎD Ê CIMO: HUNERMEND HENE BI RIH DIKEVIN HUNERÊ, HUNERMEND JÎ HENE BI LINGÊ XWE DIKEVIN HUNERÊ Eg îd ê Cimo Di sala 1932an de li ...