13 Ocak 2017 Cuma

BÎRFIROK


GÖKAN ASLAN / TÜYAP-STEMBOL (08.11.2015)

 
                                                    
Belê û belê...
Serê hemû tiştan ev tablo ya Gökan Aslan bû... 
Sala 2015an de ez guneh û feqîrê xwedê ketim ber rêya Beylikdüzü ye, da ku ji xwe ra hin kîteban ‘kamulaştirmiş’ bikim. Cara yekemin bû ez diçûm fuara pirtûkan û ez bi şaşî derî ye pêşangehê re ketim hundir. Tabloyên xweşik min dîtin lê wisa zûzûka ez ji wan derbas bûm, yanê min got ez çi qas xwe zû bigihînim pirtûkan ew qas kar e bo min. Û min pirs ji yek-dudu yan kir: “Pardon kitap alanına nasıl gidebilirim?” Her wiha bersiv jî dan min û ez diçûm lê ez çawa diçûm; çavên min vê tablo yê ket, ez matmayî mam û behitîm. Nizanim çend deqe cihe xwe de welî mat mam. Çend mirov hatin û çûn, çend mirovan milên xwe li milên min dan ez nizanim. Tişta ku ez dizanim ev bû ez mit bûbûm û mîna kevirekê req bûbûm.

Pêşberî tablo ya bîra kurdan / Stembol


Naxwazim nivîsa xwe ya yekemîn zêde dirêj bikim. Ev tablo BÎR a me kurdan bû, ev tablo BÎR-ek pirr pir kûr bû. Min jî li ser bîrê hinekî av vexwar û serê xwe şûşt û bîrê qîrrîn kir;
“De bifirîne bîrê ji bîrê...”

Bîrfirok

Çile 2017, Kadikoy-Stembol

                                             

E GÎD Ê CIMO: HUNERMEND HENE BI RIH DIKEVIN HUNERÊ, HUNERMEND JÎ HENE BI LINGÊ XWE DIKEVIN HUNERÊ Eg îd ê Cimo Di sala 1932an de li ...